Li New Yorkê ji bo Rojava festîvala filmên Kurdî pêk tê

Li New Yorkê Festivala 3. ya Film û Çanda Kurdî îsal ji bo piştgiriya Rojava tê lidarxistin.
Festîvala îsal ji bo bîranîna sînemevanê Kurd Mazdek Ararat pêk tê.

Festivala 3. ya Film û Çanda Kurdî ku ji bo piştgiriya Rojava tê lidarxistin îro dest pê kir.

Festîvala yekem di 2017’an de ji bo bîranîna derhenêr Mehmet Aksoy hatibû lidarxistin.

Ya îsal jî ji bo şervanê şerê Kobanê û xebatkarê sînemaya Kurdî Mazdek Ararat ku di 13’ê Îlona 2019’an de jiyana xwe ji dest dabû tê lidarxistin.

Di festîvalê de wê filmên der barê Şoreşa Rojva û Komuna Film a Rojava de jî werin nîşandan.

Her weha ji bo nasandina çand û muzîka kurd wê çalakiyên cihereng jî pêk werin.

Festîval wê 3 rojan dewam bike û dahateyên wê ji Rojava re were şandin.

Leave a Reply

Back to top button