Joe Biden li ser krîsa Ûkraynayê daxwiyanî da

Serokê DYA’yê Joe Biden têkildarî krîza Ûkraynayê daxuyaniyek da û diyar kir ku niyeta wan a şer bi Rûsyayê re nîne û got: “Eger Rûsya gavên din bavêje, ew ê Toleyan zêdetir bikin.”

Biden esas girtina du komarên cudaxwaz ên li rojhilatê Ûkraynayê ji aliyê Rûsyayê ve weke “destpêka dagirkeriyê” bi nav kir .

Biden biryarên Toleyên ku wan girtine ragihand.

Ji Xalên girîng ên daxuyaniyê :

“Putin gotibû ku Ûkraynayê 2 herêman bi fermî wek serbixwe nas dike.

Wî got ku ew ne beşek ji Ukraynayê ye û herêmek serwer e.

Ev destpêka dagirkirina Ûkraynayê.

Kî mafekî wiha dide Pûtîn?

Ev der axa cîranê wî ye.

Li dijî hiqûqa navneteweyî ye.

Ger Rûsya êrîşên xwe bidomîne, dê bi Toleyan zêdetir re rû bi rû bimîne.

“Em difikirin ku Rûsya dê dîsa êrîşî Ûkraynayê bike.

Zêdeyî 150 hezar leşkerên Rûs li herêmê ne.

Rûsya her ku diçe nêzîkî sînorê Ukraynayê dibe.

Ger hûn şer nekin, hûn ê bi bankayên xwînê çi bikin?

Ev yek rê li ber çalakiyên leşkerî yên din vedike.”

Biden diyar kir ku niyata wan a şer bi Rûsyayê re nîne,Ev tenê gavên me yên parastinê ne.

Back to top button