Malbata Rajapaksa hewil dide xwe li pêşiya xwepêşandanan biparêze

Li Srî Lanka ya welatekî başûrê Asya ye, alozî kêm nabe.
Malbata Rajapaksa ya di rêveberiya Srî Lankayê de xwedî gotineka sereke ne, li hemberî pêlên protestoyên ku ji ber krîza aborî derketine, hewl didin xwe ser lingan bigrin.

Serokdewletê Srî Lankayê Gotabaya Rajapaksa diyar kir ku ji bo bihêzkirina parlamentoyê wê guhertinên di destûra bingehîn de pêk bînin.

Gotabaya Rajapaksa piştî ku birayê wî Mahinda Rajapaksa ji wezîfeya xwe ya serokwezîrtiyê îstifa kir, ku ser hesabê xwe yê Twîtterê diyar kir ku ji bo avakirina hikumetek nû wê gav bêne avêtin.

Mahinda Rajapaksa yê mezinê malbata Rajapaksa, ji hêla gelek kesan ve wekî kesê ku şerê navxweyî bi dawî kiriye tê navkirin û heskirin.

Lê ji aliyê Tamiliyan ve jî weke qatil tê binavkirin.

Di nelirêtiyên li welat û krîza aborî de berpirsê yekem tê destnîşankirine.

Rêveberiya welat jî hewil dide bertekên heyî kêm bike.

Tevî vê li paytext Kolombo atmosferek metirsîdar ya zêde heye.

Di xwepêşandanên heta niha pêk hatîn de, 2 jê polîs 8 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Nêzî 250 jî birîndar bûne.

Back to top button