Alaksey Navalny: Heta dawiyê hûn wê nekarin min girtî bihêlin

Serokê mixalîfên Rûsya Alaksey Navalny yê girtî ji bo darizandinê derket pêşberî dozger.
Navalny bang li Kremlînê kir û got, “hûn dikarin destê min kelepçe bikin û xwedî hêzê bin lê ev wê heta heta dewam neke.”

Navalny bi rêya vîdeo beşdarî runiştinê bû û diyar kir ku hikumet wê li pêşbrî milyonan kesên ku şêlandine biser nekeve.

Navalny bi got,

Dibe ku hun xwedî wê hêzêne ku niha destê min kelepçe bikin, lê ev yek wê heta heta dewam neke.

Dadgehê daxwaza serbestberdana Navalny red kir.

Piştî binçavkirina zêdeyî 3 hezar xwepêşandêrên alîgirê Navanly di 23’ê Çileyê de, roja Çarşemê jî xuşka Navalny, parêzer û alîkarê wî jî ji aliyê polîsan ve hatibûn binçavkirin.

Tê payîn roja Yekşemê careke din xwepêşandan pêk werin.

Back to top button