Bîlançoya lehiya Pakistanê her diçe giran dibe.
Ji ber karaseta lehiyê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dayîn gihişte hezar û 200 kesan.
Ji ber baranên Musono yê 14’ê Hezîranê li Pakîstanê dest pê kir , lehiyên mezin li welat rû da.
Li gorî medya Pakistanê heta niha di lehiyên rabûyîn de hezar û 200 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Tê gotin ku hîn rewşa awarte dewam dike.
Serokwezîrê Pakistanê xwestiye ji bo alîkariyê lezgîn a navneteweyî were lidarxistin.
Li Pakistanê zêdetirî 33 milyon kes ji barîna baranên zêde û tund bandorbûne.