Li Dêrazorê navenda perwerdê ya bajarokê Sûsê yê Dêrazorê mamoste û xwendekarên jêhatî xelat kirin.
Şahiya xelatkirinê bi beşdarbûna şêx û rûspiyên eşîran, nûnerên Komîteya Perwerde ya Dêrazorê û nûnerên meclisên xwecehî, mamoste, xwendekar ên ji 51 dibistanan û malbatên wan, tevî bi dehan şêniyan li dar ket.
Bi navê Navenda Perwerde ya Sûsê Casim El-Hewer axivî û îşaret bi xebatên mamosteyan ên ji bo pêşxistina qada perwerdeyê dest nîşan kir.
Hevseroka Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Dêrazorê Emîne Salih jî xwendekar û mamoste pîroz kir û keda wan a ji bo pêşxistina asta perwerde û fêrkirinê silav kir.
Di şahiyê de, hevserokê Meclisa Gel a bajarokê Meraşîda, Eseed El-Dexîl, xebatên kadroyên perwerdeyê yên Dêrazorê yên bi armanca vejandina qada perwerdeyê, li gel wêraniya li herêmê silav kir.
Piştre komên zarokan stran, şano, dîlan û helbest pêşkêş kirin.
Rêveberiya navendê bi hevkariya dibistanan pêşangeheke vekir.



