Li Efrînê..di hefteyekê de, çeteyan 9 welatî revandin

Li Efrîna dagirkirî rojane sûc tên kirin. Tenê di hefteyekê de çeteyan 9 welatî revandin û dest avêtin jinekê.

Li gorî nûçeya ANHA’yê, çeteyên dewleta Tirk di hefteya borî de, 2 jê jin bi giştî 9 welatî ji Efrînê revandin.

Hat ragihandin ku çeteyan li gundê Basûfanê ya navçeya Şêrawa dest avêtin jina ciwan “S S D” a 22 salî.

Eşkere bû ku ew jin ji aliyê çeteyan ve hat revandin û heta niha jî çarenivîsa wê nayê zanîn.

Li gorî heman çavkaniyê çeteyan, dest bi avakirina mizgefeteke nû li gundê Gewrika jêrîn kirin.

Ev proje hemî di bin çarçoveya guhertina demografî de tê kirin.

Tê zanîn ku hejmara mizgeftên ku ji aliyê dagirekran ve hatine avakirin, gihişt 24’an e.

Piraniya van mizgeftan li gundên Êzidî ne û li şêniyên Êzidî ferz kirin ku li mizgeftan nimêj bikin.

LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ SÛC TÊN KIRIN

Back to top button