Rêxistina Tedemerto ya Geşepêdan û Hevgirtina Civakî bi hevakriya Rêxistina Şar a Geşepêdan û bi hevkariya Yekitiya Werzîşê ya Herêma Cizîrê re turnoveya Sepro Emel a pîngbonê li bajarê Qamişlo li dar xist.
Turnoveya goka pîngbonê duh li hola dêra Suryan a Katolîk li taxa Wista ya Qamişlo destpêkir. Dê turnuva sê rojan dewam bike.
Têkildarî hûrgiliyên turnoveyê rêveberiya Rêxistina Tedemerto ya Geşepêdan û Hevgirtina Civakî Rîm Şemûn axivî û got: ”Werzîş ji yekemîn çalakiyên ku li dijî nijadperestiyê derketiye.
21 lîstikvanên ji tîmên cuda yên pîngbûnê yên ji herêma Cizîrê tev li turnoveyê bûn e.
Tîm ji 4 koman pêk tê, kesên ku di turnoveyê de bi ser bikevin dê tev li çarîka dawî bibin û nîvê dawî bibe.
Di 31’ê Tîrmehê de jî dê maça dawî li dar bikeve.
Çalakiyên turnoveya pîngbûnê dê bi belavkirina xelatên ji her sê rêzên destpêkê re bi dawî bibin.”