Li Şehbayê bi hezaran jin serhildana li Rojhilat û Îranê silav kir

Li Şehbayê bi hezaran jin bi dirûşmeya “Li dijî desthildariyê wê dengê jinên Rojhilat bibe bingeha şoreşa parastina hemû jinan” ji bo Jîna Emînî meşiyan û serhildana li Rojhilat û Îranê silav kir.

Bi pêşengiya Kongra Star a herêma Efrînê, bi hezaran jin daketin qadan û kuştina Jîna Emînî şermezar kir.

Jinan ji rêya navbera Til Qerah û kampa Serdemê ya Şehbayê dest bi meşê kir heta qada kampa Serdemê ya naveçay Ehdasê rawestiyan.

Li wir hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Efrînê Şîraz Hemo axivî û got: “kuştina Jîna Emînî ji aliyê desthilatdariya Îranê ve berdewama siyaseta qirkirina jinan e.”

Şîraz Hemo bêdengiya rêxistinên mirovahî û hiqûqî li hemberî kuştina jinan şermezar kir û bang li wan kir ku erkên xwe li hemberî sûcên kuştina Jîna Emînî bi cih bînin.

Şîraz Hemo di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew weke şêniyên Efrînê piştgiriyê didin serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê.

Back to top button