Gerîlayên HPG û YJA Starê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li Xakurk, Şemzînan, Çelê, Gever û Mêrdînê çalakî pêk anîn .Di encama çalakiyan de 13 leşker hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan daxuyaniyek niviskî weşand.
HPG’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:
Di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de Gerîla,
2’yê Tebaxê li dijî leşkerên li devera Navsera Bagok a Mêrdînê çalakiyeke sabotajê pêk anîn.
Di vê çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû.
6’ê Tebaxê gerîla li dijî artêşa Tirk a dagirker a ku li nêzî Qereqola Bêzelê ya Şemzînana Colemêrgê rê çêdikir, çalakiyek li dar xist.
Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatiye tespîtkirin.
Piştî vê çalakiyê artêşa Tirk a dagirker çêkirina rê da sekinandin.
Di heman rojê de gerîlayên YJA Starê li dijî kontrayên di navbera qereqolên Slort û Xapûşkê ya Şemzînanê çalakiyeke sabotajê li dar xistin.
Di vê çalakiyê de kontrayek hat kuştin û kontrayek jî birîndar bû.
7’ê Tebaxê gerîla li dijî hêzên dagirker yên ku dixwestin biçin qada Ermûşê çalakiyek li dar xistin, 9 leşkerên dijmin hatine kuştin û gelek leşker jî birîndar bûn.
Heman rojê gerîla li dijî artêşa Tirk a dagirker a li Girê Xeregolê ya Çelêya Colemêrgê çalakiyeke sûîkastê li dar xist.
Di vê çalakiyê de jî leşkerek hat kuştin.