Serçeteyê El Qaîde yê bi navê Ebû Mihsîn El-Misrî li Efxanistanê hat kuştin

Gerînendeya ewlekariya niştimanî ya Efxanistanê ragihand, ku hêzên ewlekariyê yên Efxanî, serkirdeyê Qaîdayê Ebû Mihsin El-Misrî kuşt. 

Gerînendeyê li ser Twîtterê diyar kir, ku El-Misrî di operasyoneke taybet li herêma Xezne de, hat kuştin.

Ebû Mihsin El-Misrî ji aliyê Amerîkayê ve, bi destekdayîna rêxistineke terorîst a biyanî û hewldana kuştina Amerîkiyan tê tewanbarkirin û di lîsteya terorîstan a navenda lêpirsînan a Amerîkî de ye.

Back to top button