Koçer Omer daxwaz ji hikûmeta Başûr kir: derfeta kar peyda bikin

Ciwanekî bi navê Koçer Omer ku ji ser sînorê navber Belarûsya û Polonyayê vegeriyaye welatê xwe bang li hikûmeta Başûrê Kurdistanê kir ku derfeta kar ji wan re peyda bike. 

Vê dawiyê mijara koçberên Kurd ên li sînorê navber Belarûsya û Polonyayê bûye rojev.

Yek ji penaberên Kurd ku ji wir vegeriyaye Koçer Omer yê 26 salî û ji navçeya Derbendîxan a Silêmaniyê ye.

Koçer Omer behsa rewşa xwe û rewşa penaberan a li ser sînor kir û got:

”Li wir rewş xirab bû, sermayek zêde li wir hebû.

Me her du rojan carekê xwarin dixwar ew jî çend lib xurme bûn.”

Koçer Omer sedema penaberbûna xwe spart 000 û ev tiş anî ziman:

”Kes hez nake mal, xizim û welatê xwe bi cih bihêle.

Koçkirin bi ti awayî ji bo başkirina jiyanê ne riya çareseriyê ye.

Lê, ciwan li başûrê Kurdistanê ti dahata wan nîne ji bo rêya penaberiyê hidibjêrin.

Ez daxwazê ji partî û hikûmetê dikim ku derfeta kar bidin welatiyan.

Ji bo ku welatî dest ji welatên xwe bernedin.”

Back to top button