Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) û Kongreya Civakên Kurdistanê ya Demokratîk a Ewropayê KCDK-E bi daxuyaniyekê li dijî êrişên dewleta Tirk banga xwedîderketina Rojava kirin.
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) têkîldarî êrişên li ser Rojava daxwiyaniyek da.
TJK-E sersaxî ji malbat û xizmên şehîdan xwest û got:
“Dewleta faşîst a AKP-MHP’ê piştî hilbijartinê êrîşên xwe bi lez û bez didomîne.
Dîktator Erdogan ji bo dagirkirina Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê her rêyê bi kar tînin.
Li hemberî van êrîşên ku li ber çavên hemû cîhanê pêk hatin, saziyên navneteweyî bêdeng in. ”
Em weke Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê em careke din vê êrîşan şermezar dikin.
Em teqez dikin ku li her qadê em ê şoreşa Rojava biparêzin.”
KCDK-E: AKP-MHP ji bo qirkirina Kurdan seferber bûne
Kongreya Civakên Kurdistanê ya Demokratîk a Ewropayê KCDK-E jî daxwiyaniyek da.
KCDK-E di daxwiyaniyê de got:
“Dewleta Tirk ji 7’ê Hezîrana 2023’an û vir ve êrîşên xwe zêde kiriye.
Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê û hemû tifaqên wê dixwaze Kurdan qir bike.
Ji bo tunekirina destkeftiyên demokratîk seferber bûne.
Bi Rojava re dixwazin Başûr jî dagir bikin. ”
KCDK-E tekez kir ku divê mirovahî ji bêdengiya xwe derkeve.
Jina têkoşer Lêman Şiwêş heta dawiyê di xizmeta gelê xwe de bû
Yusra Derwêş-Jina ku li ser bingeha felsefeya Neteweya Demokratîk têkoşiya