KNK’ê bi Hizba Demokrat a Kurdistanê û qeymeqamê Koye re civiyan

Li dijî derketina şerê navxweyî, serdanên KNK’ê yên ji bo aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Di vê çarçoveyê de şandeya KNK’ê li navçeya Koye ya Hewlêrê bi Hizba Demokrat a Kurdistanê û qeymeqamê Koye re civiyan.

Şandeya KNK’ê bi serokatiya Hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremus li navçeya Koye a girêdayî Hewlêrê serdana Hizba Demokrat a Kurdistanê (HDK) kir.

Piştî civînê, Ehmed Qeremus got ku serdana wan ya bi HDK’ê re bi erênî derbas bû.

Qeremus destnîşan kir ku HDK’ê jî ji bo çareseriya pirsgirêkan wê di nava hewldanan de be.

Şandeya KNK’ê paştirê bi qeymeqamê Koye re civiya.

Qeymeqamê Koyeyê Yusif Hesen diyar kir ku ew ji bo çi pêwîstiyeke ku pirsa netewî pêş bixe, amade ne.

Duh jî şandeya KNK’ê li Silêmaniyê bi Komeleya Zehmetkêşan ya Kurdistanê û Hizba Komunîst ya Îranê re civiyan û aliyan piştgiriya xwe bi KNK’ê re nîşan da.

Hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremûs jî teqez kir ku heta aloziya navbera PKK û PDK’ê çareser nebe, wê şandeya wan xebatên xwe li Başûr betal nekin.

Back to top button