PYD′ê bi daxuyaniyekê ragihand ku endamê wan Îdrîs Elî Subaşî şehîd bûye.
PYD’ê diyar kir Îdrîs Subasî ku di encama êşkenceyên hovane yên dewleta Tirk de rewşa wî xirab bû û li nexweşxaneyê dihat dermankirin, şehîd bû.
Di daxuyaniyê de hate gotin ew ê têkoşîna şehîd Îdrîs berdewam bikin û armanc û xeyalên wî bi cih bînin.
Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi daxuyaniyekê ragihand ku endamê wan Îdris Sûbaşî şehîd buye.
PYD’ê ragihand ji ber êşkenceya dewleta Tirk a faşîst rewşa tenduristiyê ya ŞehîdÎdrîs xirab bû, di 27′ê Cotmeha 2023′yan li nexweşxaneyeke bajarê Hesekê gihişt şehadetê.
PYD′ê sersaxî ji malbata şehîd Îdrîs Elî Subaşî û gelê Kurdistanê re xwest û li ser jiyan û têkoşîna wî wiha got,
PYD: Hevrê Îdris heta dawiyê têkoşîna azadiyê berdewam kir
“Hevrê Îdrîs kesayetek welatparêz bû û ji bo azadiya gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê têkoşiya.
Ji ber ruhê wî yê welatparêziyê, bi êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê re ji Bakurê Kurdistanê hat Rojava û li hemberî DAIŞ′ê şer kir.
Piştî têkbirina DAIŞ′ê jî tev li nava xebatên partiya me bû û heta dawiyê têkoşîna azadiyê berdewam kir.”
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin tevahî mercên zehmet ên ku tê re derbas bû lê şehîd Îdrîs dev ji têkoşînê berneda û heta roja dawî ya jiyana xwe têkoşiya wiha hate dewam kirin;
“Hevrê Îdrîs û tevahî şehîdên ku beşdarî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bibûn, yekitiya rasteqîn îfade kirin û îsbat kirin ku Kurd û Kurdistan nayên parçekirin.
Nîşan dan ku her çiqasî dijminê gelê Kurd cudahî û parçebûnê çêbike jî, dê yekitiya ruhî û armanc zindî bimîne.
PYD: Em ê armanc û xeyalên hevrê Îdris pêk bînin
Bi şehîdan em yekitiya xwe ava dikin û hêza xwe xurt dikin.”
Meclisa Giştî ya PYD’ê di dawiyê de diyar kir wê têkoşîna şehîdan berdewam bikin û armancên wan pêk bînin.