Wezareta Karên Derve ya Yûnanistanê: Erdogan qanûnên navdewletî binpê dike

Wezareta Karên Derve ya Yûnanistanê bersiv da daxuyaniyên Erdogan ku gotibû ew ê li Rojhilatê deryaya navîn lêkolînkirin û vekolandina gazê dewam bike. Yûnanistanê diyar kir ku Erdogan qanûnên navneteweyî binpê dike.

Wezareta Karên Derve ya Yûnanistanê daxuyaniyên Erdogan ên li ser destpêkirina Projeya Xeta Boruyên Gaza Xwezayî ya Trans Anatolyayê-TANAP şermezar kir.

Yûnanistanê diyar kir ku Erdogan bi van kirinên xwe li herêmê qanûnên navdewletî bin pê dike.

DANÛSTANDINÊN YÛNANÎSTAN -TIRKIYE
ŞANDEYA YÛNANÎSTANÊ LI ERDOGAN GUHDARÎ NEKIR Û DERKET

Doh jî şandeya Yûnanîstanê ku di dema danîna boruyên xeta gaza xwezayî ya TANAP’ê çûbû bajarê Edîrne Tirkiyeyê nerazîbûn nîşan da.

Erdogan li vir di axaftinên xwe de, qala Qibris û hevpeymana di navbera wan û Lîbyayê de kir.

Şandeya ku ji gotinên Erdogan yên li ser welatê wan aciz bûn; di nîva merasîmê de rabûn û derketin.

Cîgirê Wezîrê Enerjî û hawirdorê Dimitris İkonomu got,

Ji bo aciziya gelê Yûnan ya li dijî axaftinên Erdogan em ji merasîmê derketin, Erdogan êrîşî kampanyayên sondajê dike.

Leave a Reply

Back to top button