Venezuela girtîgeha bi salane destê çeteyan de ye kontrol kir!

Li Venezuelayê komên çete di gelek waran de, hêza dewletê ji holê radikin.
Bi salan e, girtîgeha ji aliyê çeteyan ve dihat kontrolkirin, herî dawî bi 11 hezar leşkeran ji bin kontrola çeteyan hate derxistin.

Li gorî nûçeyên di çapemeniya Venezûelayê de cih girtin, hikumetê ji bo Girtîgeha Tocoron a ku yek ji mezintirîn girtîgehên welat e, tedbîr girt.

11 hezar leşker ji bo vegerandina girtîgeha ku bi salan di bin kontrola çeteyên “Tren de Aragua” ya ku yek ji mezintirîn çeteyên li welêt e, şandin herêmê.

Rayedaran diyar kirin ku 6 hezar girtiyên li girtîgeha ku kontrola wan ji nûve hatiye bi dest xistin de, wê bişînin girtîgehên din.

Ji hesabê fermî yê X’ê yê

Wezareta Karê Hundirîn ya Venezuelayê li ser hesabê xwe yê X’ê her kesê ku di vegerandina kontrola girtîgehê de rol lîstin, pîroz kir.

Lîderê çeteyên Tren de Aragua Hector Guerrero Flores, 17 sal bûn li girtîgehê bû.

Girtiyên li Girtîgeha Tocoron bi salan dikaribûn bi serbestî li beşên hundurê avahiyê bigerin û wextê xwe li qadên wekî hewz, klûbên şevê û zozanên piçûk ên ku bi qaçaxî ava kiribûn derbas bikin.

Back to top button