Xelkê Hesekê 2 şehîd oxir kirin

Duh xelkê Hesekê bi merasîmekê şehîd Mihemed û şehîd Dilşêr oxir kirin.

Şervanê QSD′ê Omran Remo (Dilşêr Hesekê) di encama êrişên çeteyan de li Dêrazorê şehîd bû.

Mihemed Elî jî (Doxan) dema erka xwe bi cih dianî şehîd bû.

Herdû şehîd bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê hatin oxirkirin .

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Rojda Ehmed axivî û got:

“Şehîdên me ji bo rizgarkirina gelê xwe û xaka xwe berdêlên giranbuha didin.”

Rojda Ehmed destnîşan kir ku bi saya ramanê Rêber Apo xwîna Kurd û Ereban tev li hev bû.

Ji fermandarên QSD′ê Xalib Mihemed sersaxî da malbatên her du şehîdan û got:

“Van şehîdan bi hemû hêza xwe li hemberî hewldanên têkbirina ewlehiya herêmê tê koşiyan .”

Mihemed soza şopandina xeta şehîdan ta pêkanîna armancên wan da.

Piştre wesîqeyên şehadetê yên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Back to top button