Bi sedan şêniyên herêma Firatê cenazeyê şehîd Heysem Mihemed (Dildar Girê Spî) li Goristana Şehîd Dîcle veşartin û şehîd Dilşîn Şêxo (Ala Munzûr Dêman) bi bîr anî.
Di merasîmê de piştî deqeyeke rêzgirtin, endamê Meclisa Giştî ya PYD′ê Salih Nûh şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anîn û got:
“Em soz didin em ê xeta têkoşînê bidomînin.
Em soz didin şehîdên xwe ku em ê di oxira azadiyê de tiştên herî giran bidin.′′
Piştre endama qada civakî ya Kongra Star Xunav Xelîl sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got:
“Deweta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên domdar ên li ser herêmê tunekirina gelên herêmê armanc dike.
Em ê heta serkeftinê şopdarên xeta şehîdan bin.”
Her wiha hevala şehîd Dildar, Nûr Mêrzo jî helbesteke li ser şehîdan xwend.
Piştî axaftinan wesîqeyên şehadetê yên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Di dawiyê de cenazeyê şehîd Dildar Girê Spî bi dirûşmên “Şehîd Namirin” hat veşartin.
Li kobanê ji bo du cangoriyên azadiyê merasîmek hat lidarxistin