Dolarekî Amerîkî 9.85 lîreyên Tirkî dike

Piştî kirinên wê yên dawî û siyaseta wê ya binkeftî, nirxê lîreya Tirkî ku berê bêqîmet e, daket asteke herî kêm. Di dîroka Tirkiyê de yekem car ewqasî lîreya Tirkî nirxê xwe wenda dike.

Ji ber ku di her alî de têk diçe, hewl dide bi hin mijaran xwe xurt û liser piyan nîşan bide, lê belê ev yek lê vedigere û pê re rewşa Tirkiyê xerabtir dike.

Ji ber bikarnîna rêbazên şaş, aboriya wê ya berê têkçûyî, êdî tune dibe.

Nirxê Lîreya Tirkî daket asteke herî kêm û pir winda kir.

Îro di saetên sibê de li Tirkiyê dolarekî Amerîkî, 9.85 lîreyên Tirk kir.

Di dîroka Tirkiyê de yekem car lîreya Tirkî ewqas nirxê xwe wenda dike û ev jî asta têkçûna Tirkiyê nîşan dide.

Ji serê salê û heta niha lîreya Tirkî li hember dolar ji sedî 20 nirx wenda kiriye.

Ev jî piştî biryara Erdogan a dersînorkirina balyozên 10 welatan û nerazîbûnên navnetweyî di vî alî de, hat.

Berî wê jî Tirkiye ji ber piştgiriya terorê dike û preyan spî dike ji aliyê Hêza Erka Çalakiya Darayî ya Navneteweyî ve, di lîsteya Gewr de hat bicihkirin.

Aborînas, karsazên Tirkî hişyar dikin û dibêjin lîreya Tirkî wê hîn jî bêqîmet bibe, lewma divê tedbîrên xwe bigirin.

Back to top button