Eşîrên Girê Spî: Em ê li hemberî planên dijberî hermê bisekinin

Şêx û rûspiyên eşîrên kantona Girê Spî operasyonên ewlehiyê yên QSD’ê silav kir û got: Em ê li dijî planên derve û aliyên ku dixwazin di nav me de fitnê derxînin bisekinin.”

Şêx û rûspiyên eşîrên kantona Girê Spî yên li navçeya Eyn Îsayê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji bo operasyona QSD’ê ya li Dêrazorê nîşan dan.

Şêx û rûspiyan di daxuyaniyê de bang li tevahî pêkhateyên Dêrazorê kirin ku li hember hewldanên dewletên dejiber ên derxistina fitneyan û têkbirina ewlehiya herêmê de şiyar bin.

Şêx û rûspiyan operasyona ewlehiyê yên QSD′ê yên li dijî şaneyên DAIŞ û hêzên dijberî projeya Rêveberiya Xweser silav kir û gotin “em ê bi QSD′ê re bin û li hemberî hêzên dijber û dagirker bisekinin.”

Back to top button