Hejmara çeteyên Tirkiyê ku gihiştine Lîbyayê gihaye 4 hezar û 700 çete yî

Dewleta Tirk, şandina çeteyên xwe yên li Sûriyê ber bi Lîbyayê ve didomîne û jimara çeteyên dewleta tirk yên gihane Lîbya nêzî 5 hezara ne.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku hejmara çeteyên dewleta Tirk ku gihiştine Lîbyayê gihiştiye 4 hezar û 700 çete yî.

Çavdêriyê Sûrî dazanîn ku heta niha di şerên li paytexta Lîbyayê Terablus ê de 80 çeteyên dewleta Tirk hatine kuştin.

Her wiha îro, Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, teqez kir ku pêngava veguhestina çeteyên di herêma “Kêm Şer” ya li Idlibê de ji bo Lîbyayê dewam dike.

Sergey Lavrov got:

Metirsiya din ku di encama herêma “Kêm Şer” de derdikeve holê ew e ku bi sedan ji çeteyên Nusrayê ji bo Lîbyayê tên veguhestin, wiha jî şerê li Lîbyayê gur dibe.

Back to top button