Li Başûrê Kurdistanê 115 rojin mamoste ji bo mafê xwe di girevê de ne

Mamosteyên li herêma Başûrê Kurdistanê 115 rojin bi daxwaza mafê xwe di boykotê de ne.
Lê heta niha jî, hikumeta herêmê daxwazên mamosteyan bi cih neaniye.
Wezareta Perwerdeyê ya Herêmê diyar kir ku daxwazên mamostayan hatine bicihanîn û wê di demeke nêz de bikeve meriyetê.
Lê mamostayan gotin ku ew ji gotinên Wezaretê bawer nakin.

115 rojin boykota mamostayan ya li Silêmanî, Helebce, Koye, Germiyan û Raperînê dewam dike.

Hikumeta Herêmê heta niha jî daxwazên mamostayan bicih ne-aniye.

Hikumeta herêmê dixwaze bi hîleyan dawî li boykota mamostayan bîne

Hikumet li şûna ku guh bide daxwazên mamostayan dixwaze bi hîleyan dawî li boykotê bîne.

Wezareta Perwerdeyê ya Hikumeta Herêmê derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, daxwazên mamostayan hatine bicihanîn.

Her wiha wê biryarên ji bo mamostayan piştî sererastkirina proje-yasaya budceya giştî ya Iraqê bikeve meriyetê.

Di heman daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

“Piştî sererastkirina yasaya budceya federal û şandina mafên darayî yên herêmê, wê daxwaz jî pêk bên.”

Li gorî daxuyaniyê, wê mamostayên bi peyman jî werin tayînkirin.

Lê heta niha nediyare bê ka wê proje-yasaya budceya giştî were sererastkirin yan na.

Ji bo çareserkirina pirsgirêka budceyê, heta niha bi dehan car şandeyên herêmê serdana Bexdayê kirine, lê pirsgirêk çareser nebûye.

Mamostayan bersiva hikumeta herêmê dan: Wê boykot dewam bike

Ji ber vê mamostayên di nava boykotê de ne, bertek nîşanî daxuyaniya Wezaretê Perwerdeyê ya Herêmê dan.

Encûmena Giştî ya Mamosta û Karmendên Nerazî diyar kirin ku ew sererastkirina nediyar ya yasaya budceya Iraqê bawer nakin û gotin:

“Wê sibe li hemû bajar û bajarokan xwepêşandanên berfireh werin lidarbixin û heta hikumet bi erka xwe rabe, wê boykot û çalakiyên me jî dewam bikin.”

Back to top button