Hêzên Asayşê 2 kesên ku hewl didan çekan derbasî Reqayê bikin girtin û miqdara çekan jî desteser kir.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayîşê li ser mijarê daxuyaniyek da.
Asayîşê di daxuyaniya li ser malpera xwe weşand de, ragihand ku 2 kesên têkiliyên wan bi DAIŞ’ê re hene, girtine û miqdarek çekan desteser kiriye.
Asayîşê ev hûrgilî li ser mijarê dan.
Doh 6’ê Çile, dewriyeya Asayîşê ya li ser rêya di navbera Reqa û Dêrezorê de, guman bi kamyonek ku bi tonan pembo barkirîbû kir.
Di dema kontrolkirina kamyonê de miqdarek çek, cebilxane û mûşek hatin dîtin.
Her du kesên di kamyonê de hatin girtin.
Hinek ji çekên hatine desteserkirin curê wan wiha ne:
- 2 kilaşnkov
- 20 cercûrên kilaşînkov
- R.B.G 1 Digel pênc mûşekan
- 12 heşweyên R.B.G
- Çekek BKC
- 2549 Mermiyên çeka BKC