Artêşa Tirk li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Kurdistanê Kolberek kuşt

Li sinorê bajarê Urmiye artêşa Tirk komek kolber gulebaran kir. Di encama gulebaranê de du kolberên ku birayê hevbûn, yek ji wan jiyana xwe ji dest da, yek jî bi giranî birîndar bû.

Li gorî nûçeya Kolbernewsê, di saetên sibehê de li sinorê Soma ya ser bi bajarê Urmiye yê Rojhilatê Kurdistanê, artêşa Tirk komek kolber gulebaran kir.

Di encama gulebaranê de du kolberên birayê hev yê bi navê Muslih Qasimî jiyana xwe ji dest da, Muslim Qasimî jî bi giranî birîndar bû.

Back to top button