Li Fransayê di êrîşeke çekdarî de Keşeyek birîndar bû

Li bajarê Lyonê ya Fransayê di êrîşa çekdarî ya li ser Dêra Ortodoks a Yewnanê de keşeyê dêrê bi giranî birîndar bû.

Li gorî çavkaniyên polîsan êrîşek li nêzî Dêra Ortodoks a Yewnanê ya li herêma 7’an a bajarê Lyona li başûrê welat pêk hat.

Hate diyarkirin ku dema keşe dêr digirt êrîşkar bi tivinga nêçîrê  li keşe daye û firar kiriye.

Hate ragihandin ku gelek polîs ber bi herêmê ve hatiye şandin û dora qadê hatiye girtin.

Back to top button