DAGIRKERIYA TIRK GUNDÊN ŞEHBA Û EFRÎNÊ BI ÇEKÊN GIRAN TOPBARAN KIR

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dîsa gundên Şehba û Efrînê bi tank û topan topbaran kir.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê vê sibehê gundên Simoqa, Til Medîq û Um Hoş ên Şehbayê topbaran kirin.

Li gorî çavkaniyên li herêmê, topbarana herî dijwar li ser gundê Um Hoşê bû.

Ji xwe duh jî heman gund hatin topbarankirin.

Her wiha gundên Şewarxa û Malikiyê yên navçeya Şera jî bi tank û hawnan hatin topbaran kirin.

Derbarê encama topbaranê de heta niha ti agahî bi dest ne ketine.

Leave a Reply

Back to top button