“Em ê ti carî xaka xwe bernedin û em ê wê ji dijminan biparêzin”

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji êrîşên xwe yên bênavber, têkbirina projeya Rêveberiya Xweser û valakirina herêmê ji şêniyên wê yên resen e. Şêniya teqez kir ku ew ê heta dawiyê xaka xwe biparêzin û banga rawestina êrîşan kir. 

Dewleta Tirk a dagirker ji 9’ê Cotmeha 2019’an ve û heta niha êrîşên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin.

Bi taybet li ser navçeya Eyn Îsa û gundewarên wê, gundewarên rojavayê Girê Spî, Til Temir û Zirganê.

Armanca wê ji van êrîşan jî dagirkirina zêde ya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Li dijî van êrîşan jî, şêniyên herêmê hêza girêdana xwe bi xaka xwe bilintir dikin.

Şêniya bi navê Cîhan Hemo ji bajarê Amûdê dibêje, armanca dewleta Tirk a dagirker ji van êrîşan, qirkirina gelê Kurd, afirandina fîtineyê navbera pêkhateyên herêmê û têkbirina projeya demokratîk e.

Şêniyê bi navê Mihemed Çolî jî bêdengiya navneteweyî ya der barê êrîşan de şermezar kir û destnîşan kir ku ev yek rê li ber êrîşên mezintir vedike.

Her wiha şêniya bi navê Nofa Ubeyd ji navçeya Zirganê jî ev êrîş şermezar kir û wiha dibêje:

Gef û sûcên dewleta Tirk bi dawî nabin.

Her kes li hember van sûcan bêdeng maye.

Êrîşên dewleta Tirk ne tenê li dijî Kurdan e, belê li dijî hemû xelkên herêmê ye.

Armanc jê jî, dagirkirina xaka me ye.

Em qet dagirkeriyê qebûl nakin û em ê hata dawiyê li ber xwe bidin.

Şêniyan di dawiyê de teqez kir ku ew bi axa xwe ve girêdayî ne û wê rêça şehîdan bişopînin û amade ne li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker bisekinin.”

Back to top button