Xebata têkiliyan di navbere Rojava û Başûrê Kurdistanê hat rawestandin

Xebata têkiliyan di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de heta 6 Hezîranê hat rawestandin.

Rêveberiya Deriyê Sêmalka yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de bi daxuyaniyekê rawestandina xebata têkiliyan bi herêma Başûrê Kurdistanê re ragihand.

Rêveberiyê diyar kir ku ji ber qedexeya li tevahiya başûrê kurdistanê wê dergeh heta 6’ê Hezîranê girtî bimêne.

Beriya niha ji bo şêniyên rojava yên li başûrê kurdistanê vegerin malên xwe, rêveberiya dergeha Sêmalka ji 1 heta 6 Hezîranê biryara vekirina dergeh dabû.

Lê Hikûmeta Herêma başûrê Kurdistanê duh ji ber metirsiya belavbûna vîrûsa corona ya di rojên dawî de belav bûye, qedexeya derketina derve careke din ragihand.

Back to top button