Mîta Tirk endamê komîteya malbatên şehîdan a PKK’ê Serhed kuşt

Dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê pêşengên kurd dike hedef û hikumeta herêmê jî li hemberî vê yekê bêdenge. Îro careke din MÎT a Tirk li Silêmaniyê endamê Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan a PKK’ê re Yasîn Bûlût qetil kirin.

Li dijî vê yekê ji navçe û bajarên başûrê kurdistanê welatparêzan berê xwe dan Silêmanî. Bi sedan kesên tevlî merasîma Bûlût bûyîn hêrsa li dijî dawleta Tirk nîşan dan û cenaze ber bi şehîdgehê ve oxir kirin.

Rêxistina kontra ya dewleta Tirk a MÎT û kontrayên noker ên ser bi wan ve, di nava du rêjên dawiyê de li bajarê Silêmaniyeyê yê Başûrê Kurdistanê êrişî welatparêzên Kurd ên ji Bakur dike.

Dewleta Tirk a kujer û nokerên wan îro serê sibehê endamê Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan a PKK’ê re Yasîn Bûlût (Şukru Serhat) li Silêmaniyeyê ku ji bo tedawiyê lê bû, li ber mala ku lê dima bi rengekî hovane qetil kir.

Yasîn Bûlût serê sibehê ji malê derket ji bo biçe nexweşxaneyê.

Di vê kêliyê de kontrayekî Tirk ji pişt ve nêzî wî bû, lê da û ew kuşt.

Piştî vê êrişa hovane bi hezaran kes li ber derê nexweşxaneya Silêmaniyê kom bûn.

dimenê siloganan biherikênin..

Cenazeyê Şehîd Şukru Serhed ku bi 4 guleyan hat qetilkirin, birin Saziya Tiba Edlî ya Silêmaniyê.

Piştî otopsiyê cenazeyê Şehîd Şukrî bi ambulansê di bin dirûşmeya “Şehîd namirin” de birin Mizgefa Ehmedê Hacî Elî ya li taxa Serçinar.

dimen biherikêne

Li gel belavbûna agahiya şehadeta Şehîd Şukru Serhed, ji Hewlêr heta Kelar, Ranya, Silêmanî, Helepçe û gelek navçeyan bi hezaran kes li mizgeftê kom bûn.

dimen biherikêne

Bi hezaran piştre cenazeyê Şehîd Şukru Serhed ku bi ala PKK’ê hatiye pêçan, li ser milan bi meşê heta Pirdê Çarêyanî Serçinar birin.

Li wir cenaze li ambulansê siwar kirin û bi karwanek ku ji sedan wesayitan pêk tê ber bi Goristana Şehîdan ve derxistin rê.

Back to top button