Vê carê tabloya 58 metreyî ya “Axa zeytûnê” li Tebqayê hat pêşandan.
Ev tablo berxwedana xelkê Efrînê rave dike.
Li gelek devaran hat pêşandan.
Vê carê jî li Tebqa bû.
Li Parka Navenda Çand û Hunerê hate pêşanda.
Bi dehan şênî, partî û koçberên Efrînê beşdar bûn.
Endamê Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê Amir El Inad li vir axivî.
Dûre, endamê komîteya çavdêrê çalakiyê, Egîd Xelîl axivî.
Xelîl spasiya xelkê Tebqayê kir ku derfet dan wan ji bo ku tabloyê li bajêr, pêşan bidin.
Di dawiyê de sînevizyonek der barê amadekirina tabloyê de hate pêşandan.



