Li Şirnexê 6 kes hate girtin

Li Bakurê Kurdistanê li dijî HDP’ê operasyonên qirkirina siyasî didomin.
Li navçeya Elkê ya Şirnexê 6 kes hatin girtin.

Ji 10 kesên ku di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin, 6 kes hatin girtin.

Li navçeya Elkê ya Şirnexê di 12’ê hezîranê de tevgera tîmên taybet a polîsên dewleta tirk a dagirker bi ser gelek malan de girtin.

Di encama serdegirtina malan de Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeyê Zarîfe Borak û rêveberê HDP’ê yê navçeyê Emrah Yacan jî di nav de 10 kes hatin binçavkirin.

10 kesên binçavkirî piştî îfadeya li midûriyeta polîsan, Hevseroka HDP’ê ya navçeyê Zerife Borak, û 5 endamên HDP’ê bi hinceta ku “şahidê nepen” îfade li ser wan daye, hatin girtin.

Mûş-Girseya ku xwest dijî girtinan daxuyanî bidin rastî zexta polîsan hat

Back to top button