Bi dîmen..Li kampa Holê hêzên ewlekariyê, madeyên çêkirina molotofan girtin

Hêzên Asayîşê yên Bakur û Rojhilatê Sûrî madeyên zû pê dikevin ku ji bo çêkirina molotofan tên bikaranîn, mîna benzîn û spîrtoyê li kama Holê di bin axê de dîtin.

Berpirsên hêzên ewlehiyê yên li kampa Holê diyar kir ku “di dema keşfê de, ev madeyên zû pê dikevin, li beşa malbatên penaberên biyanî, di bin axê de hatin dîtin”.

Heman çavkaniyan da zanîn ku “hêzên ewlekariyê komeke gumanbar ku dibe ew berpirsê komkirin û depokirina madeyên şewat û êrişên berê be, girt”.

Hate ragihandin, ku jinên DAIŞ’î ji bo konan bişewitînin û nuqteyên Asayîşê bikin armanc, van molotofan amade dikin.

Back to top button