Şêniyên herêma Cizîrê ji bo meşa mezin a rûmetê xwe amade dikin

Bi dirûşma ”Li dijî dagirkerî û bêbextiyê meşa rûmetê ” şêniyên herêma Cizîrê 10’ê Hezîranê xwe ji bo meşa mezin amade dikin.

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo piştigirya gerîlayan her roj derdikevin meydanan û nerazîbûna xwe ya li dijî dagirkeriya Tirk nîşan didin.

10’ê Hezîranê jî bi vê çarçoweyê di saet 17:00’an bi deh hezaran şêniyên herêma Cizîrê li Qamişlo wê meş û mîtîngekê lidarbixin.

Meş li çerxereya Osman Sebrî wê destpê bike, heta bi stadtyoma 12’ê Adarê wê dewam bike. Li meydana vala ya li rex stadyomê wê mîtîng were lidarxistin.

Komîteya meş û mîtîngê li dijî êrîşên dagirkeriyê banga tevlêbûna meşê li gel kir.

Back to top button