Êrişên dewleta Tirk ên li dijî Gêrîlayên Azadiyê yên Kurdistanê û heremên Başûr dewam dikin.
HPG’ê ragihand ku Artêşa Tirk a dagirker ji bejahî û hewayî ve 41 caran êriş bir ser Herêmên Parastinê yên Medyayê.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî êrişên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da û wiha got:
“28’ê Nîsanê Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî û Girê Amediyê 2 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
28, 29 û 30’ê Nîsanê jî çeperên me yên berxwedanê yên li Qadên Girê Bahar, Girê Cûdî, Girê FM, Girê Amediyê, Çemço û Sîdayê 39 caran bi obus û çekên giran hatin bombekirin.”