HPG nasnameya 4 gerilayên li Zap û Metîna şehîd bûne eşkere kir

HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên li Zap û Metîna şehîd bûne eşkere kir.
HPG’ê got: “Ew bi helwesta xwe ya li dijî dijmin, bûne nûnerên xeta Apoyî û bi têkoşîna xwe ruh dane xeta berxwedanê ya ji Metîna heta Avaşînê.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên li Zap û Metîna şehîd bûne eşkere kir.

HPG’ê diyar kir ku Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûr a Şehîd Savaş Mereş ku di xeta fedaî de hate pêşxistin, bi fedekariya mezin a hevrêyên wan didome û got:

“Hevrêyên me Amargî, Zîn, Arjîn û Ozgur ku parêzvanên bênavber ên xeta Fedaî ne, bi helwesta xwe ya li hemberî dijmin bûne nûnerên xeta Apoyî û bi têkoşîna xwe ruh dane xeta berxwedanê ya ji Metîna heta Avaşînê.

Em sersaxiyê ji hemû gelê xwe yê welatparêz ê Kurdistanê re, di serî de ji malbatên hêja yên hevrêyên xwe re dixwazin.”

Li gorî daxuyaniya HPG’ê, nasnameya gerîlayên şehîd wiha ne:

Nasnav: Amargî Şervan Egîd
Nav û paşnav: Bûşra Muhammed
Cihê Jidayikbûnê: Tirbespiye
Dayik: Ceyda
Bav: Abid
Dem û cihê şehadetê: 31 Gulan 2022 / Zap

Nasnav: Zîn Doga
Nav û paşnav: Nur Hisên Silêman
Cihê Ji Dayikbûnê: Qamîşlo
Dayik: Resmiya
Bav: Hisên
Dem û cihê şehadetê: 29 Gulan 2022 / Zap

Nasnav: Arjîn Êrîş Eruh
Nav û Paşnav: Burcu Durmuş
Cihê Jidayikbûnê: Mêrsîn
Dayik: Kiymet
Bav: Kerîm
Dem û cihê şehadetê: 18 Tebax 2022 / Metîna

Nasnav: Ozgur Dîcle
Nav û paşnav: Hasan Biter
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Dayik: Zeynep
Bav: Suleyman
Dem û cihê şehadetê: 18’ê Tebax

Back to top button