KCK: Çalakiyên li Ewrûpa li dijî çekên kîmyewî cihê kêfxweşiyê ne

Derbarê êrişên dewleta Tirk bi çekên kîmyewî û çalakiyên kurdistaniyan li dijî wê, Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyek da.
KCK’ê kurdistaniyan û dostên wan ên di nava çalakiyan de silav kirin û banga mezinkirina têkoşînê kir.

Derbarê êrişên dewleta Tirk bi çekên kîmyewî û çalakiyên kurdistaniyan li dijî wê, Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyek da.

KCK’ê diyar kir ku piştî fermandariya gerîla li ser êrîşên bi çekên kîmyewî hin belge weşandin, hestiyariya gel zêde bû û got:

“Gel bi rêya çalakiyan xwedî li rûmet û wijdana mirovahiyê derket û li dijî qirkirinê sekinîn.

Em van çalakiyan gelekî hêja û bi wate dibînin û spasiya gelê xwe yê welatparêz û dostên xwe dikin ku tevlî van çalakiyan bûn û piştgirî dan.”

KCK’ê bal kişande ser çalakî û bertekên gel yên li Ewropayê û wiha dewam kir:

“Li Ewropayê gelê Kurd tevî dostên xwe bi çalakiyên ku dehhezaran kesî beşdar bûn, nerazîbûna xwe bi xurtî nîşan dan.

Ji ber vê helwesta bi wate em gelê xwe yê li Ewropayê, dostên xwe, jinan, enternasyonalan û her kesên tevlî çalakiyê bûne silav û pîroz dikin.

Ev çalakî divê hîn mezintir bibin û heta ku helwestek bê nîşandan, dewam bikin.”

KCK: Yên li hember bikaranîna çekên kîmyewî bêdengin ew hevkarê suc in

KCK’ê îşaret bi bêdengiya DYA, Almanya û dewletên din ên Ewropayê jî kir û got;

“Bêdengiya li hemberî vî sûcê li dijî mirovahiyê, piştgiriya ji tifaqa AKP-MHP’ê ya faşîst e re ye.”

Li ser bêdengiya desthilata Başûrê Kurdistanê û hevkariya bi dewleta Tirk re jî KCK di daxuyaniya xwe de ev yek anî ziman::

“PDK ji xwe hevkarê vî şerê qirêj e.

Rêveberiya Kurdistanê ku gelek partî di nav de ne, heta niha helwestek nîşan nedane.

Ev rewş ji aliyê gelê Kurdistanê ve nayê qebûlkirin.

Dewleta Tirk a qirker dixwaze Kurdan tune bike û li dijî gerîlayên azadiyê çekên kîmyewî bi kar tîne.

Yên ku helwestekê li hemberî dewleteke bi vî rengî nîşan nede, gelo eleqeyeke xwe bi Kurdîtiyê re heye?

Wê çawa karibe navê rêveberiya Kurd li xwe bike? ”

KCK: Hêzên Başûrê Kurdistanê divê bibin xwedî helwesta xurttir

KCK’ê bang li hêzên siyasî yên Başûrî, welatparêz, rewşenbîr, hunermend û nivîskaran kir ku helwesteke xurtir nîşan bidin.

KCK: Têkoşîna li dijî êrişan divê mezintir bibe

KCK’ê diyar kir ku dewleta Tirk a mêtinger hîne jî rojane çekên kîmyewî bi kar tîne û ev bang kir:

“Gelê Kurdistanê yê welatparêz li her cihê ku lê ye, divê helwesta xwe xurttir bike û têkoşînê mezintir bike.”.

Li gelek bajarên Ewropayê êrîşên çekên kîmyewî hatin şermezarkirin

Back to top button