Hêzên Asayîşê di operasyonên li Qamişlo de 2 sucdar girtin

Hêzên Asayîşê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê da zanîn ku wan 2 çeteyên ku xwe di xaniyekî de veşartibûn girtin.

Malpera fermî ya Hêzên Asayîşê da zanîn ku hêzên wan îro cihê 2 çeteyên ku xwe di xaniyekî de veşartibûn ew girtin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku her du çeteyan bi çekan êrişî Hêzên Asayîşê kir û di encamê de pevçûn derket.

Her wiha her du çeteyan zû bi zû xwe radest nekir û 27 bomeyên destan li dijî hêzên Asayîşê bi kar anîn.

Asayîşê da zanîn ku yek ji çeteyan hat kuştin û yê din jî bi birîndarî hate girtin.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku heta niha lêkolîn berdewam in.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Hêzên Asayîşê roja înê ragihand ku wan li Qamişlo 6 sûcdarên metirsîdar ên xwedî tawanên dizî û madeyên hişbirê girtin û 4’ê dinê jî reviyane.

Back to top button