Artêşa Tirk gundê Esediyê û Mişêrfê yên Til Temirê topbaran dike

Careke din dewleta Tirk a qirker berê topbên xwe ber bi herêmê ve kirin. Dagirker bakurê navçeya Til Temirê bi obîsan topbaran kir.

Artêşa Tirk a dagirker gundên Esediye û Mişêrfe yên bakurê navçeya Til Temirê bi obîsan topbaran kir.

Heta niha agahiyên dîtir der barê topbaranê de nehate bidestxistin.

Doh artêşa dewleta Tirk a dagirker derengiya şevê gundê Bênê yê navçeya Şêrawa topbaran kir.

25’ê vê mehê jî dewleta Tirk gundê Tinib yê girêdayî navçeya Şera bi dijwarî topbaran kir.

Di encama wê êrişê de zarokek şehîd bû û 2 zarok jî birîndar bûn.

Back to top button