Artêşa Tirk a dagirker êrîşî gundê Meranaz ê navçeya Şera ya Efrînê kir.li aliyekî din 10 sivîl hatin revandin.
Artêşa Tirk a dagirker
Êrîşî gundê Meranaz ê Efrînê kir
Artêşa Tirk a dagirker şevê din bi çeka doçkayê êrişî gundên Meranaz ê navçeya Şera ya kantona Efrînê kir.
Derbarê encamên êrîşan de agahî nehatin bidestxistin.
Binpêkirinên dewleta Tirk
10 sivîl ji gundê Maratê yê Efrînê hatin revandin
Dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê li kantona Efrînê revandina sivîlan didomînin.
Çavkaniyan diyar kir ku MÎT’a Tirk girtin ser gundê Maratê yê Efrînê û 10 sivîla ku temenê wan di navbera 25 û 40 de ye, revandin.
Navên kesên hatin revandin wiha ne:
Rêzan Elî.
Seîd Xelîl.
Elî Henan.
Elî Xelîl.
Ruken Heyder.
Ehmed Ebdo.
Salah Ebdulrehman.
Selah Memo.
Ehmed Omo û Ehmed Bozan.