LI SÛDANÊ HERÎ KÊM 37 KES HATINE KUŞTIN

Rêxistina Mafên Mirovan Amnesty ragihand ku di xwepêşandanên li dijî hukumeta Sûdanê de herî kêm, 37 kes hatine kuştin.

Çalakiyên gel hefteya derbasbûyî ji ber buhabûna nan despêkiribû.

Doh jî bi hezaran kesên li Xartum ya paytaxta Sudanê kom bûbûn bi sloganên dest ji karberdana serokê welêt Omer Beşîr bi qesira seroktîyê ve meşiyan.

Karbidestên ewlekarîyê xwepêşandaner bi cop û gaza rondikrij belav kir.

Li gorî rêxistina Mafên Mirovan heta niha di çalakiyan de herî kêm 37 kes hatine kuştin.

Li aliyekî din jî hikûmeta Sudanê hejmara ku sazîyên navneteweyî dide red dike û dîyar dike ku hejmara kuştiyan 8 e.

Rêxistina Mafên Mirovan bang li berpirsên Sudanê kir ku li şûna kuştina xwepêşandaneran ji bo rewşa heyî aborî çareserîyan bibînin.

Amerîka, Kanada û Brîtanya jî li ser rewşa li herêmê fikarên xwe anîn ziman.

Leave a Reply

Back to top button