BERXWEDANA LEYLA GUVEN 131 ROJ IN DEWAM DIKE

130 roj in li dijî tecrîda giran a li ser Rêber Ocalan Hevseroka KCD’ê Leyla Guven li ber xwe dide.
Tevî çalakiya Leyla Guven çalakiya berxwedêrên di girtîgehan de jî dewam dike.
Çalakager bi israr in ku çalakiya xwe bidomînin heta ku daxwaza wan ya rakirina tecrîdê pêk were.

Berxwedana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ji bo rakirina tecrîdkirina Rêber Ocalan dest pê kiriye, di roja 131’emîn didome.

Leyla Guven dibêje heta ku daxwazên çalakiya wê pêk neyên ew ê heta dawî çalakiya xwe bidomîne.

Bi heman helwestê çalakgerên di girtîgehan de ye di çalakiya xwe de bi biryarin.

Çalakiya koma despêkê ya girtiyan ku 16’ê Kanûnê li girtîgehan dest pê kir 93 roj in didome.

1’ê Adarê jî, li tevahiya girtîgehan girtiyên PKK’ê û PAJK’ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin.

Ev çalakî di roja 18’an de ye.

GIRTIYÊN 93 ROJ IN DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE: ROJ NE ROJA BENDEWARIYÊ YE

Girtiyên, li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 a Kandira ev 93 rojin ku di greva birçîbûnê dene, banga hestiyarê kirin û gotin:

“Divê gelê me, asta çalakiya rayagiştî ya demokratîk li ber çavan bigire û ji bo zindanan bi awayekê lezgîn dengê xwe bilind bike.

Roja ne roja bendewariyê ye.”

3’ê Adarê jî parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag û 5 endamên HDP’ê ketin greva bêdem û bêdorveger.

8’ê Adarê parlamenterê HDP’ê Tayip Temel û Murat Sarisaç û 2 welatiyên din jî tev li çalakiya Dersîm Dag û 5 welatiyên din bûn.

Sedat Akin jî li mala xwe ya li Êlihê çalakiya xwe di roja 71’emîn de dewam dike.

Her wiha Gurbet Ektîren jî di roja 63’emîn de li Navçeya Dêrikê ya Mêrdînê çalakiya xwe berdewam dike.

EKTÎREN: DAXUYANIYÊN LI BER GIRTÎGEHAN HÊZÊ DIDIN GIRTIYAN

Gurbet Ektîren a bi telefonê bi Leyla Guven re axivî diyar kir ku hemû daxuyaniyên li ber girtîgehan tên dayîn, hêzê didin girtiyan.

PLATFORMA DEMOKRASIYÊ: BI CIDÎBÛN NÊZÎ GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ BIBIN

Platforma Demokrasiyê ya Wanê ku ji 25 saziyên sivîl pêk tê, têkildarî grevên birçîbûnê daxuyanî da.

Platformê di daxuyaniyê de wiha got:

“Divê her kesê ku alîgirê demokrasî û mafên mirovan e bi cidîbûn nêzî rewşê bibe.

Em li benda wan in ku ji mirinê re bêjin ‘na’ û ji jiyankirinê rê bêjin erê.”

Leave a Reply

Back to top button