QSD: RÊYÊN ÇETEYAN HATIN QUTKIRIN Û ZÊDEYÎ 100 ÇETE HATIN KUŞTIN

Di Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîr de şervanên QSD’ê derbên xurt li çeteyan didin.

Şervanên QSD’ê rêyên sereke yên DAIŞ’ê li eniya Sûsê, Şaafe û Bahoz qutkirin.

Di şerê li herêmê qewmî de zêdetirî 100 çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin û gelek cebilxane ket destê şervanan.

Li gor agahiyên ku çavkaniyek leşkeri dayî, QSD’ê rêyên sereke yên çeteyên DAIŞ’ê li eniyên Sûsê, Şaafa û Bahoz qutkirin.

Di şerê doh di navbera çeteyên DAIŞ’ê û şervanên QSD’ê de qewimîn, 3 erebeyên çeteyan hatin teqandin.

Gelek baregeh hatin ruxandin û di nava wan cihan de nuqteyên ku doçka lê heyî jî hebûn.

Her wiha gelek baregehên din jî hatin ruxandin.

Di nava wan baregehan de nuqteyek kordîneyê û depoyek cepxanê jî hene.

Çavkanî diyar kir ku di şerên qewimîn de zêdetirî 100 çete hatine kuştin.

Leave a Reply

Back to top button