Mehmet Bayraktar: Rêbazên niha dewleta Tirk li Efrînê dimeşîne dewama plana Şerq Islahatê ye

Zanyarê Kurd Mehmet Bayrak, têkildarî sûc û kirinên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Efrînê û armanca wan ya ji vê yekê axivî.

Mehmet Bayrak destnîşan kir, li Efrînê Plana Şerq Islahatê ji aliyê dewleta Tirk ve tê meşandin û diyar kir ku ev yek, dewama polîtîkayên Osmaniyan e.

Dewleta Tirk a dagirker, hewl dide li ser navê Kurd û Kurdistanê tiştek nehêle.

Bi taybetî piştî ku hin bajarên Rojavayê Kurdistanê dagir kirin çavsoriya xwe ya li dijî destkeftiyên gelê Kurd carek din eşkere kirin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di sala 2018’an de êrişê Efrînê kirin û bi pêkanîna komkujiyên mezin Efrîn dagir kirin.

Dewleta Tirk û çeteyên wê ne tenê li warê Kurdan dagir kir, her wiha hemû xêrên wê didizin û difroşin.

Nexasim ji roja ku Efrîn dagirkirine heta niha li herêmê qirkirina çandî û fîzîkî didome.

Derbarê sûc û kirinên dewleta Tirk yên li Efrînê, Zanyarê Kurd Mehmet Bayrak dîroka dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser axa Kurdistanê vegot.

Kurdolog Mehmet Bayrak anî ziman ku polîtîkayên qirkirina çandî û fîzîkî yên li Kurdistanê piştî erêkirina Peymana Lozanê pêl bi pêl belav bû û got,

“Bi peymana lozanê re ku axa Kurdistanê dabeşî çar parçeyan kirin, di serî de xwestin têkiliya gelê Kurd were qutkirin.

Bi vê yekê re jî kirina yekemîn ya li dijî gelê Kurd hate kirin

Lê belê piştî ku Peymana Lozanê hat îmzekirin, pêvajoya Tirkkirin û înkarê dest pê kir.”

Mehmet Bayrak bi bîr xist ku polîtîkayên asîmîlasyonê yên li hemberî gel û civaka Kurd, di sala 1922’yan de dest pêkiriye û bal kişand ser polîtîqayên Tirkkirinê yên dewleta Tirk ku li herêmên dagirkirî û bi taybetî li Efrînê dide meşandin.

Bayrak diyar kir ku rêbazên niha dewleta Tirk li Efrfînê pêk tîne, dewama Plana Şerq Islahatê ne û wiha got:

“Di xala destpêkê ya Plana Şerq Islahatê de dibêje “Heta ku pirsgirêka Kurd were çareserkirin, dê li Kurdistanê rêveberiya leşkeri dewam bike.” Ev yek jî bê guman bi komkujiyan tê kirin.

Ji wê demê ve ev polîtîkaya tundiyê li Kurdistanê tê domandin.”

Kurdolog Mehmet Bayrak di dawî de destnîşan kir ku yekane reya çareseriyê ya li dijî polîtîkayên dewleta Tirk pêşxistina modela rêveberiya xweser e û li dijî polîtîkayên îmha û Tirkkirinê yên dewleta Tirk banga xurtkirina têkoşînê kir.

Back to top button