Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê sersaxî dan malbatên qurbaniyên erdheja Mexribê û şîfa ji birîndaran re xwest.
Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi peyamekê sersaxî da dewleta Mexribê ji ber erdheja çêbûye ku di encamê de gelek kesan jiyana xwe ji dest da.
Rêveberiyê di peyama xwe de sersaxî da hikumet û gelê Mexribê û qurbaniyên erdhejê.
Her wiha şifaya acil ji birîndaran re xwest.
Rêveberiyê hêvî kir ku istiqrar û ewlehî li hermê vegere, da ku vê belayê derbas bike.



