Meclisa Jinan a Sûriyê li Helebê bi armanca pêşxistina asta fikrî ya jinan û têgeha azadiya rastîn, komxebatek bi dirûşma “Girîngiya rola jinan di çêkirina biryarê de”
Îro salvegera 6’an a damezirandina Meclisa Jinan a Sûriyê ye.
Bi vê boneyê, meclisê şaxê Helebê komxebatek li taxa Şêxmeqsûd li dar xist.
Destpêkê hat destnîşan kirin ku ji bo pêşxistina civakê, divê jin ji fikrê bîrdozî û dogmatîk rizgar bibe, vekirî be, xwe nas bike, dîroka xwe ya kevnar û rastiya civaka xwe fêm bike.
Beşdarên komxebatê: Pêwîstiya “têgehên rejîmê” bi guhertinê heye
Beşdaran nêrînên xwe derbarê komxebatê de parve kirin, behsa asta ku jinên li Sûriyê di çarçoveya çêkirina biryarê de gihaştinê kirin û gotin:
Pêwîstiya jinan bi piştgiriya hev heye, taybet di aliyê siyasî û hiqûqî de bi rêya parastina mafên xwe di destûrekê de.
Têgehên şaş ku rejîmê ava kiriye, divê em li hember têbikoşin.
“Qebûlkirina jinan bi tevahî rengên xwe erk e ku divê pêk were”
Divê jina ku dê tevli çêkirina biryarê bibe, hebûna xwe bi rêya raman, zanabûn û naskirina xwe ya rolan li ser tevahî astan, îsbat bike.
Dawiyê işaret bi dewamkirina xebatên jinan û piştgiriya tevgerên jinan hat kirin û hat gotin:
Wê wekhevî û hemwelatîbûn banga me be.