Kongra Star “Em ê ax û rumeta xwe biparêzin û dagirkeriyê têk bibin”

Koordînasyona Kongreya Star a Rojava salvegera 4’emîn a damezirandina kongreyê li hemû jinên şoreşger û têkoşer pîroz kir.

Kongra Star diyar kir ku ev mîrasa ku ji dîroka tevgera jin wergirtine wê li her qadên têkoşînê mezin bikin.

Koordînasyona Kongreya Star a Rojava bi rasthatina 4. salvegera damezirandina kongreyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxist ku Kongra Star di 15’ê Çileya 2016’an de weke sîwana tevgera jin a Rojava hat damezrandin û ji vê roja heta îro ji bo azadî û wekheviyê xebatên xwe bê navber didomîne.

4. SALVEGERA DAMEZRANDINA KONGRA STAR
“JINÊN ROJAVA DI HEMÛ QADÊN TEKOŞÎNÊ DE CIH GIRTIN”

Kongra Star di daxuyaniyê de bal kişand ser têkoşîna jinan û destnîşan kir ku jinên Rojava ji şoreşê re pêşengî kirin û di hemû qadên têkoşînê de cih girtin.

Kongreya Star bibîr xist ku di rêya têkoşîna azadiya jinan de gelek bedelên giranbûha û gelek şehid hatin dayîn û wiha anî ziman.

“Di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de jî jinan girêdan, bîr û baweriya xwe bi awayeke şênber nişandan.Mînaka vê jî, Şehîd Avesta Xabûr û Şehîd Barîn Kobanê ye
Di Berxwedana Rûmetê de jî Şehîd Amara Rênas ji parastina ax û rûmetê re, Hevrîn Xelef ji siyaseta demokratîk re, dayê Aqîde jî ji bo pêkanîna edaleta jin a civakê pêşengî kir û şehîd ketin. ”

Koordînasiyona Kongreya Star da xuyakirin ku ew salvegera damezrandinê ya îsal diyari hemû şehîdên Berxwedana Rûmetê dikin.

Kongra Star di dawiyê de salvegera damezrandina kongreyê li hemû jinên şoreşger, tekoşer, jinên azadîxwaz û jinên berxwedêr pîroz kir.

Leave a Reply

Back to top button