Li Dêra Zorê dewreya akademiya leşkerî 100 şervanên Ereb bi merasîmekê bawername girtin

Piştî ku Dêra Zorê ji DAIŞ’ê hate paqijkirin, xebatên leşkerî û parastinê jî bi berfirehî tên rêxistinkirin.

Li Akademiya Leşkerî ya Dêra Zorê dewreyeke din ya perwerdeyê bi merasîmekê bi dawî bû.

Li Akademiya Leşkerî ya Dêra Zorê dewreya perwerdeyê ya Şehîd Taban ku 100 şervanên ji pêkhateyên Ereb beşdar bûbûn û 60 rojan dewam kir, bi merasîmekê bi dawî bû.

Merasîm bi beşdarbûna fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk QSD pêk hat.

Destpêkê ji bo bîranîna şehîdan rêz hate girtin.

Paşê bi tevlîbûna 100 şervanên dewreya perwerdeyê merasîma leşkerî pêk hat.

Fermandarê meclisa leşk6erî ya Dêra Zorê Ebû Xewle di merasîmê de axivî û li hemberî êrîşên dagirker bal kişand ser girîngiya parastinê.

Ebû Xewle got, “Divê şervanên Dêra Zorê li hemberî hemû êrîşên ku rû bidin amade bin û axa xwe biparêzin.”

Merasîm piştî ku bawername hatin belavkirin bi dawî bû.

Leave a Reply

Back to top button