Temellî: Li her cihî dijminatiyê li Kurdan dikin

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî di civîna koma partiya xwe ya li Enqerê de axivî û got:

Ji ber polîtîkayên desthilatdariya AKP’ê niha li Rojhilata Navîn alozî heye.

Temellî anî ziman ku ew dikarin bi sîstemeke bingehîn dawî li vê deshilatdariyê bînin û banga hilbijartina pêşwext kir.

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan-HDP Sezaî Temellî li Enqere, di civîna koma meclîsê ya partiya xwe de axivî.

Sezaî Temellî diyar kir ku deshilatdariya dewleta tirk ji bo siyaseta xwe ya şer rêvebibe, bi her kesî re di nava danustandinan de ye û wiha got:

Dibêjin, ‘Hefter vekişiya, Hefter çû, Hefter terorîst’.

Heman tiştên li Sûriyê, dubare dikin.

Dibêjin ‘yên li qadê nebin li dora maseyê jî nabin’.

Bi polîtîkaya şer dixwazin li qada Rojhilata Navîn bin.”

Temellî deshilatdariya dewleta tirk ya ku li her derê dijminahiya gelê kurd dike hişyar kir û ev anî ziman:

Ji ber ku siyaseta wan li dijî destketiyên Kurdan e, çawa ku li hundir xwe dispêrin polîtîkaya têkbirinê li derveyî sînor jî bi heman rengî tevdigerin.

Li Sûriyê, Iraqê niha jî li Lîbyayê li pey heman tiştî ne.

Ez ji vê derê hişyar dikim; bi pey bayê qadê û masê nekevin, dibe ku hûn piştre vî welatî jî li ser maseyê bibînin.”

HEVSEROKÊ GIŞTÎ YÊ HDP’Ê TEMELLÎ:
AKP’Ê ÇARESERÎ NEXWEST, LI ŞÛNA WÊ DAÎŞ XWEST

Temellî anî ziman ku ji ber polîtîkayên deshilatdariya hikumeta AKP’ê Rojhilata Navîn niha di nava aloziyê de ye û wiha dewam kir:

“Eger bi DAÎŞ’ê re hevkarî nehatibûya kirin û piştgirî ji berxwedêrên li Kobanê re hatibûya dayin, îro li Rojhilata Navîn çareseriyeke demokratîk pêkan bû.

Çi kirin? Ketin Efrînê zeytûn dizîn, ketin Girê Spî genim dizîn.

Mejiyê wan ev e; dagirkirin, desteserkirin, talankirin.

Ev hiqûqeke çetetiyê ye.”

HEVSEROKÊ GIŞTÎ YÊ HDP’Ê TEMELLÎ:
JI BO JIYANEKE NÛ EM BANGA HILBIJARTINA PÊŞWEXT DIKIN

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî li dijî desthilatdariya AKP’ê daxwaza yekîtiya muxalefetê kir û banga hilbijartina pêşwext kir.

“Ji bo xelasbûna ji vê deshilatdariya li dijî civakê em banga xwe ya ji bo tifaqa demokratîk a hevpar li her kesî dubare dikin.

Ev tifaqa ku armanca xwe demokrasî û aştî ye pêwîstiya gelên Tirkiyê ye.

Ji bo jiyaneke nû ji bo desthilatdariyeke nû em dibêjin hilbijartina pêşwext.”

Leave a Reply

Back to top button
Close
Close