Welatiyên Dîlokê: Ji derve wêne kişandin û çûn

Tevî mehek li ser erdheja li Bakurê Kurdistanê re derbas bû jî, lê hîna jî gel zehmetiyên mezin dikşînin. Mexdûrên erdhejê ku li navçeya Islahiyeyê nikarin bikeve mala xwe ya ku xesareke giran dîtiye, rapora “kêm xesar” dane. Baroya Wanê û OHD’a Wanê raporek têkildarî herêmên erdhejê amade kirin û tê de diyarkirin ku hilweşandin di bin berpirsiyariya dewletê de pêk hatiye.

Piştî erdheja li Mereşê, xirbeyên avahiyên li 11 bajaran tên rakirin.

Li avahiyên mayî jî xebatên zelalkirina xesarê tên kirin.

Tevî ku mehek li ser erdhejê re derbas bû jî gelek kêmasî di xebatên tespîta xesarê ji aliyê rayedarên Wezareta Hawîrdor, Bajarvanî û Avhewayê ve hene.

Li navçeya Islahiye ya Dîlokê mexdûrên erdhejê ragihandin ku ji malên ku zirareke giran gihiştiyê re raporên “kêm xesar” hatine dayîn.

Welatiyên ku bi tirsa hilweşînê nikarin bikevin malên xwe, diyar kirin ku di hundirê xaniyan de lêkolîn nehatine kirin û ji derve wêne kişandine û çûne.

Baro û OHD’a Wanê rapora erdhejê eşkere kiri

Parêzerên endamên Baroya Wanê û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Wanê li bajarên ku erdhejê lê çêbû lêkolînan kirin û derbarê çavdêriyên xwe de raporek amade kirin.

Ji bo eşkerekirina raporê li Ewyana Tahîr Elçî ya Baroya Wanê civîn hat lidarxistin.

Saziyên navborî di rapora xwe de diyar kirin ku dewlet li herêmên erdhejê bi derengî çûye hawara xelkê û hilweşandina mezin di bin berpirsiyariya dewletê de pêk hatiye.

Di raporê de hat diyarkirin ku ji ber xemsariyên çêbûn divê berpirsiyar bên darizandin û ji bo felaketek wiha dîsa çênebe tevdîrên pêwîst bên girtin.

Back to top button